Serokwezîr li gel wezîrê berevanî yê Îtalyayê civiya

Îtalya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê berevanî yê Îtalyayê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe ya li medyaya sosiyal Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 29ê Îlona 2020an me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini

 Kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê hikûmetê jî têde beşdar bû, giftûgo li ser berfirtir kirina têkiliyên navbera Îtalya û herêma Kurdistanê bi taybetî piştîvanî kirina hêzên pêşmerge kir.

Wezîrê berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini behsa wê yekê kir ku welatê wî berdewam dibe li ser piştgîrî kirina herêma Kurdistan û Îraqê bi giştî û got: Hêvî dikim di demeke nêzde dîsa dest bi perwerde kirina hêzên pêşmerge bikin ku jiber belav bûna Koronayê bi awayeke demkî hatibû rawestandin.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya piştîvanî û hevkariyên Îtalyayê kir û me got: Hebûna hêzên Îtalî û hevpeymanan li herêma Kurdistan û Îraqê pêwîst û girînge û tekez li ser wê yekê kir ku herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser piştgîrî kirina Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo dabîn kirina aramî li Îraqê û çareser kirina kêşeyên heliwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûra bingehîn.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.