Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke tevgera hikme civiya

behsa çawetiya diyarkirina endamên nû yên dageha federalî kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke tevgera Hikme ya Îraqê ya bi Serokatiya Serokê giştî yê tevgerê Şêx Hemîd Mele Elsaêdî kir.

Di civînê de her du alî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, hilbijartinên pêşwext û dadgeha federalî û mekanîzma diyar kirina dadwerên dadgeha federal hate kirin.

Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan jî hate kirin.

Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku gef kirin li tîmên dîplomatîkî û pêşhatên ewlekarî yên Îraq welat ber bi metirsiyeke gelek mezin ve dibin. Herwiha eşkere kirin ku çareser kirina kêşeyan û derbas kirina qirîzên heyî pêdiviya xwe bi hewl û karên hevbeş yên tevahiya aliyan heye.

Her di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê amadebûna herêma Kurdistanê bo çareser kirina tevahiya kêşeyan li ser esasê destûrê diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.