Îran 188 balefirên din dide spaha Pasdaran

dibêje li Kendavê tên bikar anîn.
کوردستان TV
100%

Fermandarê spaha Pasdaran dibêje ew balefir me bo xwe çê kirine.

Fermandarê spaha Pasdaran ya Îranê Hûsên Selamî ragihand ku pisporên Îranî di gelek waran de karîne karên gelek baş bikin û pêdiviyên Îranê bi derve re nehêlin.

Selamî eşkere kiriye ku bi sêya keda pisporên Îranî di warê teknolojîkî de Îran gavên gelek girîng avêtiye û ew 188 balefirên bêpîlot, yên ku îro radestî spaha Pasdaran tên kirin ji aliyê pisporên Îranî ve hatine çêkirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku ew balefirên han wê li Kendavê bo parastina ewlekariya keştiyên Îranî werin bikaranîn û tevahiya wan balefiran jî karîna hilgirtin û hildana mûşekan heye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.