Komîteya tendirostî serdana welatiyên biyanî bo Îraqê qedexe kir

biryar jiber belav bûna Koronayê hatiye dayîn.

Komîteya bilind ya tendirostiya Îraqê biryarek der kir.

Li gor çapemeniya Îraqî, komîteya bilind ya tendirostî û selametiyê, biryar daye daku, hatina welatiyên biyanî bo Îraqê qedexe bike.

Komîteya tendirostiyê eşkere kiriye ku jiber belav bûna Koronayê rê bi hatin û serdana welatiyên ti welateke din bo Îraqê nayê dayîn.

Komîteyê eşkere kiriye ku mizgeft jî bi liber çav girtina şîret û rêkarên tendirostî dikarin bo nimêj kirinê werin vekirin.

Beriya niha hikûmeta Îraqê jî diyar kiribû ku rê nade ziyaretkarên Îranî bo merasîmên Erbeyînê serdana Îraqê bikin.

N: E. G