Şanda Kurdistanî diçe Bexdayê

behsa bûdceya sê salên Îraqê dikin.

Şanda Kurdistanê biryare îro serdana Bexdayê bike.

Biryare îro yekşem 20 Îlnê, şandeke danûstandinkar ya Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Armanca şanda han, beşdarî kirin di civîn û amadekariyên taybet yên amade kirina proje bûdceya 3 salên pêş yên Îraqê ye.

Biryare şanda Kurdistanî li gel komîteya amadekar ya proje bûdceyê bicive û li ser para Kurdistanê nîqaşan li gel komîteya amadekar de bike.

Şanda Kurdistanê du rojan li Bexdayê dimîne.

N: E. G