Çend welatên din yên Erebî peywendiyên xwe li gel Îsraîlê normal dikin

7 anjî 8 welatên din têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal dikin.
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê dibêje çend welatên din yên Erebî hewl didin daku têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku di çarçoveya projeya aştî ya Rojhilata Navîn de, organîzatoriya normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û welatên Erebî dike, ragihand ku wê çend welatên din yên Erebî peywendiyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bikin.

Trump piştî civîna xwe ya li gel korê Mîrê Kuwaitê ragihand ku piştî Îmarat û Behreyînê, 7 anjî 8 welatiyên din yên Erebî me agehdar kirine ku dixwazên peywendiyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bikin.

Trump herwiha eşkere kiriye ku piştî wan welatan, Kuwait jî dikare bikeve nava tevgerê û têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.