Berpirsekî metirsîdar yê DIŞIê hate girtin

berpirsê welayeta Firatê bûye.

Îstîxbarata leşkerî ya Îraqê ew li parêzgeha Enbarê girtiye.

Îstîxbarata leşkerî ya Îraqê belav kir ku piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst li dor hebûna berpirsekî metirsîdar yê terorîstên DIŞIê li parêzgeha Enbarê ya li Rojavayê Îraqê, hêzên îstîxbaratê dest bi operasiyonê kirine.

Di encama operasiyona han de hêzên îstîxbaratî li qezaya Qayîm ya li Enbarê karîne berpirsê welayeta Firat ya DIŞIê bigirin.

N: E. G