Pompeo: Amerîka û hin dewletên din ser toleyên dijî Belarûsê danûstandinê dikin

rexne li siyasetên rayedarên Belarûs dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hikûmeta Belarûsê ser hewildana dersînorkirina bizavkara rikeberiyê Maria Kolesnikova rexne kir.

Mike Pompeo da zanîn ku ew û hin welatên din nirxandinan dikin ku dijî Belarûsê toleyan ragihînin.

Pompeo got: Em wêrekîya Kolesnikova û gelê Belarûsê, ku dijî fişar û tundûtûjiya nerêwa ya karbidestên Belarûsê, êrîşên polîsan yên dijî xwenîşanderan, di 6’ê Îlonê de desteserkirina bi sedan xwenîşanderan û revandinan, bi awayekî aştiyane dixwazin ku rêberên xwe bi azadî û dadmendî hilbijêrin, teqdîr dikin.’’

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku bi toleyên dibe ku werin ragihandin, kesên zext kirine û mafên mirovan binpê kirine werin ceza kirin.

Endamên rikeberîyê, Anton Rodnenkov, Ivan Kravtsov, tevî Kolesnikova roja Duşemê hatibûn desteser kirin.

Rodnenkov û Kravtsov ji Ukrayna îdia kiribûn ku hêzên ewlekarîyê ew roja Sêşemê birine sînorê Belarûs û Ukrayna û ji wan xwestine ku sînor derbaz bikin.

Wan dabû zanîn ku ew hatine dersînor kirin, lê Kolesnikova bo derbazî Ukrayna nebe pasaporta xwe çirandiye.

Ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.