Şanda Kurdistanî serdana Bexdayê dike

tê gotin ku rêkeftin îmze dikin

Biryare di nava çend rojên pêşiya me de şanda Kurdistanî dîsa serdana Bexdayê bike.

Şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li Bexdayê li gel aliyên têkildar yên Îraqê dicive û di civînan de giftûgo li ser çareserkirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de tê kirin.

Hin jêder behsa vê yekê dikin ku Hewlêr û Bexda li ser gelek mijaran lihev kirine lewre tê payîn ku şanda Kurdistanî di serdana xwe ya bo Bexdayê de rêkeftinê li gel aliyên Îraqî îmze bike.

N: E. G