9 parlementerên Tirk bi Koronayê ketine

35 karmendên parlementoyê jî bi Koronayê ketine

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê heta niha 9 parlementerên parlementoya wê welatî bi Koronayê ketine.

Serokê parlementoya Tirkiyeyê Mistefa Şentop diyar kiriye ku heta niha bi giştî 9 parlementer û 35 karmendên parlementoya Tirkiyeyê bi Koronayê ketine.

Şentop eşkere kiriye ku 5 ji parlementeran li malên xwe tên dermankirin û 4 parlementerên din jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

N: E. G