Li çiyayê Hemrînê 8 pêgehên DIŞIê hatin jinav birin

dest bi ser hijmareke zêde bombe û teqemeniyan hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Îro di operasiyonekê de hêzên polîsa federalî ya Îraqê li çiyayê Hemrînê karîn derbeke dijwar li terorîstên DIŞIê bidin.

Li gor zaniyariyên berdest, di operasiyonê de 8 pêgehên terorîstên DIŞIê yên ku hatibûn amadekirin daku bi rêya wan kiriyarên terorîstî bikin hatine jinav birin.

Herwiha di heman operasiyonê de dest bi ser hijmareke zêde bombeyên vedayî û teqemeniyên din de jî hatiye girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.