Tîma Hewlêrê bû 23mîn tîma herî baş ya Asyayê

4 caran bûye qehremanê Îraqê
کوردستان TV
100%

Li gor raporta navenda Opta ku karê şîrove kirin û nirxandina xalên tîmên werzişî dike, tîma fotbolê ya Hewlêrê di nava 171 tîman de bûye 23mîn tîma herî baş ya li Asyayê.

Ev nirxandin li gor xalên ku tîmên curbicur di navbera salên 2000 heta 2019 bidest xistine hatiye kirin.

Tîma Hewlêrê ji sala 2003an heta 2017an bi giştî 4 caran bûye qehremanê lîga Îraqê, li misabiqeyên Asyayê de jî 2 caran heta fînalê çûye.

N: E. G

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.