Şerê li Lîbyayê dijwartir dibe

Misir jî hijmareke zêde leşkerên xwe şandiye Lîbyayê
کوردستان TV
100%

Duhê parlementoya Tobruk daxwaz ji Misirê kir daku leşkerên xwe bişîne Lîbyayê.

Peyvdarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi Serokatiya General Xelîfe Xefter, ragihand ku vê di nava çend seatên pêş de li Lîbyayê şereke mezin destpê bike.

Peyvdarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku niha li derdorê Sêrte û Cefrayê liv û tevgerên komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê û çekdarên hikûmeta Feyaz Serac zêde bûne û dixwazên êrîşî wan her du bajaran bikin.

Mismarî eşkere kir ku hêzên artêşa nîştimanî jî çeperên xwe bihêztir kirine û xwe bo bersifdan û êrîşeke berfire amade kirine.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku şerê vê carê gelek cudaye jiber ku dewletên din jî di şerê de beşdar dibin.

Weke tê zanîn li Lîbyayê Tirkiye hevkarî û piştgîriya hikûmeta wîfaqa nîştimanî ya bi Serokatiya Feyaz Serac dike ku hikûmeteke Exwaniye, Rûsye û Misir jî bi awayekî ektîf piştîvaniya xelîfe Xefter û hêzên wî dikin.

Beriya niha Misir diyar kiribû ku dagîr kirina Sêrte xeta sore bo Misir jiber ku ev yek dibe sedema metirsiyên mezin bo ser ewlekariya Misirê.

Ew demeke ku Misir leşkerên xwe şandiye ser sînor û di amadebaşiyê dene û duhê jî parlementoya Tobrukê daxwaz ji Misirê kir ku leşkeran bişîne Lîbyayê û hevkariya wan bike.

Niha li Lîbyayê hêzên Tirkî, komên cîhadî yên li Sûriyeyê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bo Lîbyayê hatine veguhastin û hêzên Feyaz Serac li gel Qeterê di eniyekê dene û hêzên artêşa nîştimanî bi Serokatiya Xefter, çekdarên bi pere yên Rûsî û di dawî de jî artêşa Misirê di eniyekê dene.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.