Dayika 70 salî Hayriye Demîr hat binçavkirin

di nava mala xwe de hatiye girtin

Li gundê Fîsê yê navçeya Licê, polîsan bi ser mala dayika 70 salî Hayriye Demîr de girtin û binçav kirin.

Polîs û leşkeran di çarçoveya operasyona li dijî jinan a Amedê de, li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê bi ser du malan de girtin. Gelek leşkeran bi maşîneyên xwe yên zirxî gund dorpêç kirin û bi ser du malan de girtin.

 Leşkeran di dema lêgerînê de hemû alavên malan belav kirin û dayika 70 salî Hayriye Demîr di nava mala xwe de  binçav kirin û birin navenda polîsan.

Mezopotamyaajansi