Sune daxwaza posteke girîng ji Kazimî dikin

daxwaza Serokatiya dezgeha îstîxbarata Îraqê dikin

Suneyên Îraqê daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kirine daku posteke girîng ya hikûmetê bide Suneyan.

Eniya hêzên Îraqiye ku eniyeke taybet bi Suneyên Îraqêye daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kirine daku postê Serokatiya dezgeha îstîxbarata Îraqê bide Suneye.

Ev eniya han diyar kiriye ku lazime tevahiya pêkhateyên Îraqê di dosyeya ewlekarî ya Îraqê de beşdar bin û ji bo vê yekê lazime Serokatiya dezgeha îstîxbarata Îraqê bo Suneyan be.

N: E. G