Mike Bell: Îran berdewame li ser hevkarî kirina komên çekdar

dibêje Îran dixwaze rewşa welatên deverê aloz be

Şêwirmendê wezareta derve ya Amerîkayê dibêje Îran dixwaze rewşa deverê têk bibe.

Şêwirmendê wezareta derve ya Amerîkayê û berpirsê karûbarên Îranê Mike Bell diyar kiriye ku li Îraq û welatên din yên Rojhilata Navîn de Îran berdewame li ser hevkarî û piştgîrî kirina komên çekdar bi taybetî komên ku êrîşî ser hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî dikin.

Bell eşkere kiriye ku armanca Îranê derxistina hêzên Amerîkî û cîhaniye li Îraqê jiber ku Îran dixwaze rewşa Îraq û welatên din yên deverê tê bibe jiber ku dizane aramî li wan welatan ne li gor berejwendiyên Îranê ye.

N: E. G