48 girtî bi Koronayê ketine

heta niha du car cerbandinên nûjdarî bo girtiyan hatine kirin

Birêveberatiya tendirostiya Gerimiyanê ragihand ku li girtîgeha vê bajarokê de 48 girtî bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han yaku li ser pêgeha fermî ya birêveberatiya tendirostiya Gerimiyanê ya li fecebookê hatiye weşandin, heta niha 48 girtî li girtîgeha Gerimiyanê bi Koronayê ketine.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku tîmên tendirostî heta niha du car serdana girtîgehê kirine û cerbandinên nûjdarî bo girtî û karmendên girtîgehê kirine û di encama cerbandina dawî de derketiye ku 48 girtî û karmendên girtîgehê bi Koronayê ketine.

N: E. G

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
تووشبووان
18,200
گیان له‌ده‌ستدان
670
چاکبوونەوە
10,480
تووشبووان
156,995
گیان له‌ده‌ستدان
5,531
چاکبوونەوە
112,102
تووشبوون
20,381,909
گیان له‌ده‌ستدان
741,684
چاکبوونەوە
13,280,356