Amerîka berpirsekî koma Hurasedînê kuşt

ev kom paşmayiya qaîdeyê ye

Li gor zaniyariyên berdest, îro balefirên Amerîkî li Îdlibê êrîşî ser karwana tirimbîlên koma çekdar ya bi navê Hurasedînê kiriye.

Hate zanîn ku di nava karwana tirimbîlan de berpirsekî koma çekdar ya Hurasedîn yaku paşmayî qaîdeyê ye, hebûye.

Navê vî berpirsê Hurasedîn Ebû Ednan yê bi navê rastîn Muhemed Xetab e û tê gotin ku nav hatî di encama êrîşê de hatiye kuştin.

N: E. G