Leyla Goven hate berdan

hefteya derbazbûyî li gel du parlementerên din hatbû girtin

Parlementera HDPê Leyla Goven yaku hefteya derbazbûyî parlementariya vê hatibû hilweşandin, duhê bi şev hate azadkirin.

Leyla Goven û du parlementerên din yek yê HDPê û yek yê CHPê hefteya derbazbûyî bi biryara dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê parlementariya wan hatibû hilweşandin û ev her sê parlementer hatibûn girtin. Piştî şevekê mayîn di girtîgehê de parlementerê CHPê hate berdan û duhê bi şev jî piştî 5 rojan mayîn di girtîgehê de Leyla Goven jî hate berdan.

Leyla Goven parlementera HDPê ha devera Colemêrgê ye.

N: E. G