Di du rojan de 3 karker canê xwe ji dest dan

her yek ji wan xelkê bajarekê rojhilatê ye
کوردستان TV
100%

Di nava du rojan de li Rojhilatê Kurdistanê 3 karker canê xwe ji dest dan.

Li gor zaniyariyên berdest, êwara roja pêncşemê, du karkerên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di dema kolîna bîrê de canê xwe ji dest dane.

Ev her du welatî dema xwestine bîreke avê lêdin, jiber bê oksîjeniyê canê xwe ji dest dane, yek ji wan xelkê Bûkan û ewê din jî xelkê Seqizêye û her du jî bavê zarokanin.

Ji aliyeke din ve ajansa kurdpa jî belav kir ku duhê înê li bajarê Ciwanro karkereke din yê Kurd jiber ketine erdê, canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.