Cîhadiyên Tirkiyeyê jineke din refandin

prosesa guhertina demografiya Efrînê didome
کوردستان TV
100%

Duhê li Efrînê cîhadiyên Tirkiyeyê êrîşî ser mala jineke Kurd kirine.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Efrînê belav kir ku duhê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li navenda bajarê Efrînê êrîşî ser mala jineke Kurd ya bi navê Silfane Ebdirahman temen 45 sal kirine û vê refandine.

Heta niha derbarê çarenivîsa vê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn li gel dom kirina prosesa guhertina demografiya Efrînê, ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên terorîst ve, hevdem refandin û eşkence kirina welatiyên Kurd li vê bajarê Kurdistanî jî didome û niha herî kêm 10 jinên Kurd û zêdetir ji 50 xort û zilamên Kurd jî ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve girtîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.