Îran daxwaza raporta fermî ji Îraqê dike

du ji karmendên keştiyê wendane
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Îranê piştî binav ketina keştiyeke xwe ya kargo ku duhê li bendera Umqesir binav ketibû, daxwaza raporta fermî ya rayedarên Îraqê derbarê sedema binav ketina keştiyê de dike.

Îran herwiha daxwaza şandina kesên rizgar bûyî û termên wan kesan dike ku di encama binav ketina keştiyê de canê xwe ji dest dane, bo Îranê dike.

Ev keştiya han ku keristeyên bînasazî bar kiribû, duhê li nêzî bendera Umqesir ya li Îraqê binav ketibû.

Rayedarên Îranî dibêjin di nava keştiyê de 7 kes hebûne, yek ji wan canê xwe ji dest daye, 4 ji wan zindîne û duyên din ku yek ji wan welatiyê Hindiye, wendane.

Herwiha Îran keştiyeke din jî bo lêkolîn kirin li ser çawetiya qewmîna bûyerê şandiye devera Umqesirê.

Keştiya bi navê Bêhbehan duhê pênceşm li nêzî bendera Umqesir bi 850 ton keristeyên bînasazî binav ketiye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.