Serokwezîr Barzanî: Ez di eniya gel de me

dibêje emê li ser cîhbicîh kirina projeya reforman berdewam bin

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir û ragihand ku hinek alî û derdor li berdem cîhbicîh kirina prosesa reforman de astengiyan çê dikin lê em bi hevkariya xelkê Kurdistanê rê nadin wan û ez jî weke Serokwezîr li gel xelkê me û li eniya gel de me.

Ev naveroka gotara Serokwezîrê Kurdistanê ye;

Herêma Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê ji ber sedemên aborî yên belavbûna vîrusa Koronayê, daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, rûbirûyî rewşeke zehmet ya aboriyê bûn. Ev rewşa nexwastî li derveyî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her ji destpêka dirustbûna vê qeyranê jî, me hewlên xwe dan û berdewam in jî di hewlên xwe de, bo bargiranî li ser welatiyan kêm bikin.

Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nehem, me hemû hewlên xwe dan bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê û di heman demê de jî me kar li ser wê kir, aboriya Herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyên piştgirêdana bi take jêdera dahatê rizgar bikin. Beşeke mezin a vê rewşa aboriyê jî, ji encama siyaseta şaş ya tenê girêdana bi dahata necîgir a petrolê ye.

Me bi Bexdayê re pêngavên cidî avêtin. Her ji destbikarbûna me di meha Tîrmeha sala bûrî ve, yekemîn serdana me li Bexdayê re bû, me hemû amadehî bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê derbirî û me çendîn pêşniyaz bo çareserkirina pirsgirêkên taybet bi petrolê pêşkêş kirin, lê mixabin ji meha Cotmeha sala bûrî ve, rewşa Bexdayê ne lihev bû û di encamê de hikûmeta Iraqê di bin fişara nerazîbûna xelkê de, destê xwe ji kar vekişand û êdî xwe li hember çareserkirina wan pirsgirêkan û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi berpirsyar nedît, ku ji sala 2005an ve bicih nakin.

Niha jî ku hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya birêz Mustefa Kazimî dest bi kar kiriye, dubare me amadehiya xwe bo çareserkirina hemû pirsgirêkan derbirî, bi awayekî ku maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federalî ya di destûrê de lêmikurhatî, bêne dabînkirin. Di dawî hewla me de jî, sê caran şanda Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê kir û di van danûstandinan de jî berdewam dibin, ta bigihin encameke dadperwerane û destûriyane.

Ev rewşa niha, me rijdtir dike ku dirêjiyê bi stratejiya firehkirina jêderên dahat bidin û di heman demê de zêdetir me han dide ji bo di projeya çaksaziyê de berdewam bibin û hemû kêmasiyên di rabirdûyê de di warê kargêrî û îdarî de hebûn çareser bikin. Lê welatiyên me yên xweşewîst dizanin, rastkirina van hemû çewtiyan û damezirandina bingeha aboriyeke aramtir, demeke zêdetir û hevkariya hemû aliyan pêwîst e.

Wek hûn agahdar in, di çend rojên bûrî de me serperiştiya civîneke Encûmena Wezîran kir û me plana rûbirûbûna qeyrana darayî pesend kir. Herwiha çendîn biryarên girîng jî derbarê bicihirina yasaya çaksaziyê derkir, ku me her ji destpêka destbikarbûna me ve, me tekezî li ser girîngiya encamdana proseya çaksaziyê kir, ku beşeke girîng a karnameya kabîne nehem e.

Em rijd in li ser berdewambûna encamdana çaksaziyê û rêgirtina li behaderdana samana giştî.  Bêgûman di bicihkirina çaksaziyê de, berjewendiya xelkê ku serpêçî û gendelî kirine dikevin metirsiyê, ji ber wê hewla hilweşandina wê didin û astengiyê jê re dirust dikin. Lê çaksazî daxwaza pirania welatiyên Herêma Kurdistanê ye û ez jî li bereyê welatiyan dimînin û bi piştevaniya welatiyên xweşewîst berdewam dibin û êdî poşman nabin.

Bêgûman dive çaksazî giştgîr û sertaserî be û me hemûyan bigire û nabe ti kes û alî ji bo parastina berjewendiya teng a partîtî û kesayetî, rêgiriyê li proseya çaksaziyê bike.

Bi taybet daxwaz ji nûnerên Herêma Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê  dikim, berjewendiya teng a kesayetî û milmilaneya partîtî bidin aliyekî û hevhelwest bin di berevanîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de. Rewşa dijwar a Herêmê berencama çendîn hokarên siyasî û dîrokî ye. Ev ji bilî birîna beşê budceya Herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê û qeyrana darayî ya cîhanê, lê ev rewşa dijwar nabe bibe keresteya milmilaneya siyasî û hevşikandin û birîna navçeyên Herêma Kurdistanê ji hev, di bin navên cuda de.

Di bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi aşkere amaje bi wê hat dayîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo çespandina nenavendiya îdarî ya parêzgehan dike, ku guncaw be ligel sîstema yasayî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê. Herwiha erk û berpirsatiyê li gor yasa û di bin çavdêriya Serokatiya Hikûmetê de dabeş dibe, ji bo rêgiriyê bike li gendeliyê û bikaranîna xirap a desthilata îdarî û serhildana firehçeşneya desthilatê li derveyî damûdezgehên Herêma Kurdistanê. Ji ber wê em bi nenavendiya kargêrî re ne, bi merca ku di çarçova parastina qewareya Herêma Kurdistanê de be.

Me hemû karînên xwe bo dabînkirina jiyana welatiyan û mûçeyên fermanberan da, ji neh mehên destbikarbûna kabîneya nehem de, heşt mehan mûçe hat dayîn û tenê mûçeya mehekê dereng ket. Me çendîn biryar derkirin ji bo sivikirina bare xelkê hejar û ewên bi sedema rêkarên xweparêziyê ziyan dîtine.

Lê bêgûman dive xwe ji her rewşeke nexwastî ku were pêş re biguncînin. Li gor dahat û karîna darayî yên Herêmê, me plan ji bo derbaskirna vê qonaxê daniye û budce û xerciyên damûdezgehên Herêmê û mûçexwaran rêk dixin, berçavgirtina yasaya çaksaziyê ya girêdayî bi wan waran dikin.

Di gotara destbikarbûna min de li Parlemantoya Kurdistanê min amaje bi wê da, ku Hikûmeta Kurdistanê bi 27 milyar Dolar qerzdar e, beşeke mezin ji wê qerzê di stûyê Hikûmeta Federal de ye, bi sedema neşandina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmetên berê yên Iraqê ve, her ji ber wê jî mixabin Hikûmeta Herêmê ne xwediyê ti yedek û paşkevteke darayî ye, bi wateya ku em tenê bi jêdereke darayî girê didin, ku mehane tê ber destê me, ev jî wiha dike, di her qeyraneke darayî de, rastî kêşeyan werin.

Ev rastî jî, gelek xelkê şareza jê agahdar in û ne tiştekî veşartiye, mixabin gelek caran ev rastî û hemû pirsên siyasî û niştimanî tên piştguhkirin û tenê behsa mûçeyê dibe, di heman demê de jî, em hemû dizanin ku jêderên mûçeyê çi ne.

Ji bo hûn agahdar bin welatiyên birêz, dema dahata mehane ya firotana petrolê 700 milyon Dolar bû, ji vê birê dahatê zêdetir ji 400 milyon Dolar bo têçûya derxistina petrol û veguhastinê û dana qerzan dihat xerckirin û ewê ji bo xezîneya hikûmetê vedigeriya, tenê 300 milyon Dolar bû. Herwiha tenê 383 milyon Dolar jî wek beşê budce ji bexdayê dihat, lê ev pere têra mûçeya mûçewarên Herêmê nedikir û neçar rêjeyeke berçav a dahata navxwe jî wek temamkirina mûçeyan dihat xweckirin.

Ji bilî wê jî, xerciya pêwîst bo birêvebirin û xizmetguzariyan ji dahata navxwe dihat dabînkirin û înca jî mehane 60 milyon Dolar kortehênan hebû. Niha nirxê petrolê gelekî daketiye, wek nimûne di meha bûrî de koma giştî ya dahata firotana petrolê ku ji bo xezîneya Hikûmetê vegeryaye, tenê 30 milyon Dolar bû, dahata navxwe jî nêzîkî 60 milyon Dolar bû û ew  para bûdceya ku ji Bexdayê dihat dereng ma lewre niha di rewşeke dijwar ya abûrî dene lêbelê em hewl didin daku bi her awayî mûçeya karmendan dabîn bikin û bargiraniya ser jiyana xelkê kêm bikin.