Emîrê DIŞIê yê berpirsyarê êrişa Kobanî hat girtin
21/5/2020 - 14:23
Wezareta Berevaniya Iraqê derbarê desteserkirina emîrê DIŞIê yê bi navê Ebdunasir Qrdaş de ragihand ku yek ji C'girên Ebûbekir Bexdadî bûye û ew ji êrişa Kobanî li Rojavayê Kurdistanê berpirsyar bû.
Şaxa Medyaya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê Ebdunasir Qardaşê de ku duh hat girtin û navê wî di xelefên Serokê DIŞIê Ebubekir Bexdadiyê de derbas dibe, agahî parve kir.
Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir ku navê Ebdunasir Qardaş ê rastîn Taha Ebdurehîm Ebdula Bekir el Xasanî ye, ew di sala 1967an de li Telafera navçeya Neynewayê hatiye dinyayê û li Mişeyrefeya taxa Mûsilê dijî.
N: E. G