Di sporê de jî Tirkiye dijminatiya Kurdan dike

Tirkiye qebûl nekiriye Huawei bibe sponsera tîma Kurdî
کوردستان TV
100%

Kompaniyeke mezin ya Çînî bûye sponserê tîmeke Kurdî lê Tirkiye nehêştiye.

Li gor nûçeyeke peyamakurd, Serokê yaneya werizişî ya fotbolê ya Dalkurd yaku sala 2004an li Swêdê hatiye damezrandin, ragihandiye ku kompaniya teknolojîkî ya Çînî Huawei bûye sponserê tîma me lê Tirkiye li dijî vê yekê rawestaye.

Serokê Dalkurdê Remezan Kizil eşkere kiriye ku Huawei 40 hezar dola daye Dalkurdê û ji wan xwestiye ku li ser kincên wan navê Huawei hebe, Dalkurd jî li hember stendina 40 hezar dolaran ev yek qebûl kiriye, lê pişt re rayedarên Tirkiyeyê gef li Huawei kirine û gotine eger dev ji sponser kirina tîma Kurdî ber nedin emê rê nedin ku hun li Tirkiyeyê kar bikin.

N: E. G

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.