Îraq: Me petrol bi 13 dolaran firotiye
2/5/2020 - 16:03
Wezareta petrolê ya Îraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di meha Nîsanê de her bermîlek petrol bi 13 dolaran firotiye.
Li gor daxuyaniya wezareta petrolê ya Îraqê, di meha Nîsanê de bi giştî bi qasî 1 miliyar û 423 miliyon û 499 hezar dolar petrol firotiye.
Di berdewamiya daxuyaniya wezaretê de di meha Nîsanê de bi giştî 103 miliyon û 144 hezar û 911 bermîl petrol hatiye firotin.
N: E. G