Hijmara kesên bi Koronayê ketine zêde dibe

heta niha zêdetir ji 81hezar kesan canê xwe ji dest daye

Li gor çapemeniya cîhanî hijmara kesên ku li seraserê cîhanê bi Koronayê ketine di nava 24 seatan de zêde bûye.

Li gor çapemeniya cîhanî heta niha 1 miliyon û 434 hezar û 861kes bi Koronayê ketine.

Hewriha hate zanîn ku heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 82 hezar û 161 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

302 hezar û 470 kesên din jî karîne li hember Koronayê serkeftin bidest bixin û rewşa wan baş bibe.

N: E. G