Li taxa Karêzan 32 kes bi Koronayê ketine

qerentîneya Sêbîran bi dawî hatiye

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî di presskonferansekê de eşkere kir ku hijmara wan welatiyan ku li taxa Karêzan ya Hewlêrê bi Koronayê ketine bûye 32 kes.

Saman Berzencî herwiha eşkere kir ku tevahiya wan welatiyan berketiyên ev kesên ku bi Koronayê ketibû û beşdarî di pirseyê de kiribû.

Ji aliyeke din ve Saman Berzencî anî ziman ku prosesa qerentîne kirina nahiyeya Sêbîran ya Hewlêrê ku hefteya derbasbûyî têde  kesek bi Koronayê ketibû, bi dawî hatiye.

N: E. G