Hevpeymaniya cîhanî hevkariya Rojavayê kir

ev hevkarî bo xweparastinê ne li hember Koronayê

Hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Amerîkayê ya li dijî DIŞIê, bo rûbirû bûna Koronayê hevkariya Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gor jêderên nûçeyan hevpeymaniya cîhanî bi qasî 1 miliyon û 200 hezar dolar kereste û amûrên nûjdarî û tendirostî bo rûbirû bûna Koronayê radestî Rêveberiya xweser û hêzên HSDê kiriye.

Di nava karwana hevkariyan de, cil û amûrên din yên taybetî bo xwe parastinê ji Koronayê bo endamên HSDê yên ku di girtîgehan de li girtiyên DIŞIê dinêrin hatine şandin.

N: E. G