6 welatiyên din bi Koronayê ketin

çar ji wan li taxa Mele Omerin

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê îro çarşem ragihand ku di encama cerbandinên dawî yên nûjdarî de der ketiye ku 6 welatiyên din li Hewlêrê bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han çar ji wan welatiyan li taxa Mele Omer ya Hewlêrê û duyên din jî di nava bajêr de dijîn û bi Koronayê ketine.

N: E. G