4 terorîstên DIŞIê hatine kuştin

operasiyon li başûrê Diyalayê hatiye lidarxistin

Çavkaniyek ji wezareta navxwe ya Îraqê ragihand ku di encama operasiyonekê de li dijî terorîstên DIŞIê, 4terorîst hatine kuştin.

Li gor çavkaniya han, operasiyon li parêzgeha Diyalayê hatiye lidarxistin û di encam de 4 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Hate zanîn di operasiyona ku îro danê sibê hatiye lidarxistin, ji bilî kuştina 4 terorîstan, dest bi ser çend piştîneyên bombekirî jî hatiye girtin.

N: E. G