Buhayê petrolê bi berdewamî dadibeze
30/3/2020 - 12:13
Li gor ajansên nûçeyan îro duşem buhayê her bermîl petrola xav li bazarên cîhanê 23 dolar û 3 sent bûye .
Jêder behsa vê yekê dikin ku jiber belav bûna Korona û herwiha aloziyên navbera Siûdiye û Rûsyeyê yên derbarê kêm kirina hêlbirîna petrolê de,bûne sedema dabezîna zîdetir ya buhayê petrolê.
Ji sala 2002an ve heta niha ev yekem care ku buhayê petrolê bigehêje 23 dolaran.
N: E. G