Civîna taybet bi şîrove kirina bandora Koronayê hat lidarxistin

tekez li ser dabîn kirina pêdiviyên jiyana xelkê hatiye kirin

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li serpêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro şeme 28/3/2020 piştî nîvroyê bi rêya telekonferansê me gerîndetiya civîneke taybet bo şîrove kirina rewşa abûrî û cîhbicîh kirina tedbîrên rûbirû bûna Koronayê kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên rewşa tendirostî û pilana hikûmet ya bo rûbirû bûna Korona û bandora Koronayê y abo ser abûriya herêma Kurdistanê û debezîna buhayê petrolê li bazarê cîhanê kir.

Her di heman civînê de me spasiya dezgehên têkildar yên hikûmetê kir ku bo parastina selametiya welatiyan tevahiya karînên xwe bi tevger kiriye û me tekez li ser dabîn kirina pêdiviyên rojane yên xelkê kir û me nîqaş derbarê karên komîteya erzaq, derman û berdewam bûna têkilî û hemahengiya li gel hikûmeta fedral kir.