Serokwezîrê Kurdistanê li gel Marshall Billingslea behsa çend mijaran kir

behsa tedbîrên rûbirû bûna koronayê jî kirin

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel alîkarê wezîrê xezîneya Amerîkayê bi rêya telefûnê giftûgo derbarê çend mijaran kir.

Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê peyvendiya telefûnî de wisa nivîsandiye;

Êwara îro sêşem 24/3/2020 di peyvendiyeke telefûnî de li gel alîkarê wezîrê xezîneya Amerîkayê ya taybet bi rûbirû bûna paredar kirina terorê Marshall Billingslea de, me behsa pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê kir.

Di peyvendiya han de me balkêşande ser tedbîrên heyî yên bo rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistan û mekanîzma hevkarî kirina herêma Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve.

Di beşeke din ya giftûgoyê de me tekez li ser giringiya domandina bernameya reforman ya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê û zêdetir kirina hêlbirîna Amerîkî li herêma Kurdistanê de kir.