Hevpeyaniya cîhanî hevkariyên xwe bo HSDê didomîne

dibêje hevkariyên me bo HSDê berdewam dibin

Şandeke hêzên hevpeymaniya cîhanî duhê li Rojavayê Kurdistanê li gel şendeke hêzên Sûriyeya demokratîk civiya.

Piştî civînê her yek ji peyvdarê HSDê Mistefa Balî û Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî  Myles B. Caggins di presskonferansekê de behsa têkiliyên navbera HSD û hevpeymaniya cîhanî kirin.

Her di heman presskonferansê de Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî  Myles B. Caggins eşkere kir ku vê hevkariyên wan bo HSDê bidomin û bihev re li ser şerê dijî DIŞIê berdewam bin.

Myles B. Caggins anî ziman ku evê li ser hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel HSDê bo şerê dijî DIŞIê berdewam bin.

Nav hatî diyar kir ku hêzên wan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ne û heta niha biryar nedane ku ber bi Îdlibê ve biçin.

N: E. G