Keştiyeke mezin yê Rûsî ber bi Sûriyeyê ve birê ket

ev çaremîn keştiya Rûsye ku diçe Sûriyeyê

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku, duhê keştiyeke mezin ya cengî ya Rûsyeyê ji gerûya Hormuzê derbas bûye û ber bi bendera Tartûs ya Sûriyeyê ve birê ketiye.

Li gor jêderan ev çaremîn keştiya cengî ya Rûsyeyê ye ku ber bi Sûriyeyê û Rojhilata behra Spî ve diçe.

Di destpêka vê hefteyê de jî du keştiyên din yên cengî yên Rûsyeyê ji gerûya Îstenbûlê derbasî keranavên Sûriyeyê li behra Spî bibûn.

N: E. G