Hijmara miriyan li Îranê zêde bû

18 kesên din jî bi vê vîrosê ketine

Li gor çapemeniya Îranê vîrosa Koronayê li bajarên Qum, Erak, Tehran û Gîlanê belav bûye û heta niha bi giştî 5 welatî jiber vîrosa han canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Îranê besha vê yekê dike ku nêzî 18 kesên din jî bi vîrosê ketine û niha di qerentîneyê dene.

Herwiha hate zanîn ku li Libnanê jî bo cara ewil vîros hatiye dîtin.