Guterres bo Îdlibê banga agirbestê dike

dibêje di encama şer de gelek kes hatine kuştin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo Îdlibê banga agirbestê kir.

Guterres da zanîn ku divê ‘’trajediya mirovî’’ ya li Îdlibê bi dawî bibe û girjiya li wê derê hîn zêdetir nebe.

Guterres got: Ew xewnereşka bi destê însanan hatiye çêkirin, ji zû de ye êşan bi gelê Sûriyê dîtin dide û divê raweste, demûdest raweste.

Wî bal kişand ser êrîşên hikûmeta Sûrîyê ya bi piştgiriya Sûrîyê û bi bîr xist ku di pevçûnên rejîma Sûriyê û Tirkiyê de kuştin çêbûne.

Voa