Serok Barzanî: Nabe bi ti awayî demokgrafiya deverên Kurdî were guhertin

behsa rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê hate kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Jeffrey behsa pêşhat û rewşa dawî ya Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûkmeta nû ya Îraqê û daxwazên Xwepîşanderan kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa rewşa Sûriyeyê û hevsengiyên meydanî yên li Sûriyeyê kirin û her du Serok Barzanî û Jeffrey nêrînên xwe yên derbarê rola aliyên siyasî yên Kurdî yên li Sûriyeyê di pêşhatên Sûriyeyê de diyar kirin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime di her rewşeke de pêşî ji vê yekê were girtin ku Kurd li Sûriyeyê dubare rastî karesatan were û çarenivîsa gelê Kurd nediyar be û nabe bi ti awayî demografiya deverên Kurdî were guhertin.

Giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.