Îro parlementoya Kurdistanê behsa petrol û bûdceyê dike

şanda danûstandinkar beşdarê civînê dibe

Biyrare îro parlementoya Kurdistanê bicive û di civînê de guhdariya şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li gel Bexdayê bike.

Vê şanda danûstandinkar ya Kurdistanê encama danûstandinên xwe yên derbarê çend mijaran weke bûdce û petrolê li gel aliyên Îraqî ji parlementoya Kurdistanê re rave bike û parlemento jî giftûgo li ser wan encaman bike.