Amerîka huşdarî dide Îraqê
16/1/2020 - 10:35
Piştî ku hate belav kirin ku hikûmeta Îraqê hewl dide daku pergala berevaniya mûşekî ya S 400 a Rûsî bistîne, Amerîka jî huşdariyeke gelek tund da Îraqê.
Li ser vê mijarê rayedarekî wezareta derve ya Amerîkayê bi navê Joy Hood eşkere kiriye ku lazime Îraq agehdar be û şaştiyeke wisa neke ku mûşekên S400 ji Rûsyeyê bistîne.
Hood eşkere kiriye ku eger Îraq S 400 bistîne vê demê Amerîka vê dorpêç û cezayên gelek tund û dijwar bide Îraqê.