Volkana New Zealanda teqiya hijmarek kes wendane

dibêje herî kêm 20 kes birîndar bûne

Serokwezîra New Zealandayê  Jacinda Ardern diyar kir ku îro danê sibê volkana White Island yaku hertim çalak bûye, dîsa teqiyaye û hijmareke zêde welatî yên ku li quntarên çiyayê volkanê de bûne wendane.

Ji aliyeke dinve ajansa hawar hatinê ya New Zealandayê diyar kir ku beriya teqîna volkanê komeke torîstan li deverê bûne û niha ji wan ti agahî nayên stendin.

Herwiha jêderên tendirostî jî behsa vê yekê dikin ku li gor amarên destpêkê heta niha 20 kes di encama teqîna volkanê de birîndar bûne.