21mîn pêşengeha navnetewî li Hewlêrê hate vekirin

150 kompanî ji 11 welatan beşdarin

Duhê li Hewlêrê bi beşdariya hijmareke zêde kompaniyên welatên biyanî 21mîn pêşengeha navnetewî hate vekirin.

Di pêşengeha han de ku zêdetir ji 150 kompanî ji 11 welatên cuda cuda têde beşdar bûn, kompaniyên beşdar kar û çalakiyên xwe yên derbarê pîşesaziya xorak, paket kirina xorak û teknolojiya xorakê û herwiha berhemên çandiniyê û teknolojiya çandiniyê nîşan dan.