Cîhadiyên Tirkiyeyê 6 welatiyên din revandin

li hember azad kirina wan daxwaza pereyan dikin
کوردستان TV
100%

Komên cîhadî yên girêdayî artêşa Tirkiyê, 6 welatiyên Kurd ên li Efrînê revandin.

 Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, cîhadiyên gruba Feyleq El Şam 6 hemwelatî ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa revandin û birin girtîgeha li gundê Îska.

Rewageha Sûrî diyar kir, grubên cîhadî bi armanca koçberkirina welatiyên Kurd ji Efrînê, welatiyan direvînin û bi darê zorê bacan li ser wan disepînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.