Civata wezîran ya herêma Kurdistanê civiya

biryara damezrandina du komîteyan hatiye dayîn
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê civiya û derbarê naveroka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 13ê Mijdarê di civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê de me biryar da ku komîteyek bo wenêrîn kirin li ser xalên raporta wezareta Pêşmerge were damezrandin daku biryarên pêwîst li ser vê mijarê werin derkirin.

Me herwiha giftûgo li ser proje qanûna hilbijartinên Îraqê kir û tekez li ser parastina desthilat û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir ku bi ti awayî li ser wan saziş (lihev hatin) nayê kirin.

Her di heman civînê de me biryar da daku komîteyek bo pêdeçûn kirin û dûvçûn kirina rewşa karmendên girêbest were damezrandin bo ku pişt re encamên dûvçûnê pêşkêşî civata wezîran bike.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.