Civînên Serokê herêma Kurdistanê li Bexdayê destpê kirin

vê li gel Serokkomar û Serokê parlementoyê jî bicive
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de ku îro danê sibê pêk aniye, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa Îraqê, çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din kirin.

Herwiha hate zanîn ku piştî bi dawî hatina civîna li gel Serokwezîrê Îraqê, Serokê herêma Kurdistanê li gel Serokê parlementoya Îraqê jî civiyaye û biryare li gel Serokkomarê Îraqê jî bicive.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.