Naveroka gotara Serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî yaku di dîdara MERÎ de roja 6ê Mijdara 2019an pêşkêş kir.

dibêje Bexda pereyên Kurdistanê neşandiye

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî:

-Beriya niha hewl bo rûbirûbûna gendeliyê hatine dayîn lê emê hûrtir û zêdetir li ser vê mijarê kar bikin.

-Fermanberên hikûmetê xizmetkarên xelkê ne bo vê hatine danîn daku xizmeta xelkê bikin.

- ti kesek li li serveya destûr û qanûnê ye.

- erkê hikûmetê cîhbicîh kirina bernameya aliyên serkeftiye.

- hikûmet li hember parastina jiyana wan kesên ku deng bi ti aliyekê nedane berpirsiyare.

-ji tevahiya bûdceya Îraqê tenê sedî 5 bo Kurdistanê tê şandin.

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê di dîdara taybetî ya navenda MERI de( înîstîtoya lêkolînên Rojhilata Navîn) de, çend kêşeyên heyî yên li Kurdistanê û têkiliyên li gel Îraqê eşkere kir.

Armanca me xizmet kirina xelkê ye

Her çend ava kirina hikûmetê hinek dem derbas kir, lê di dawî de hikûmet hate avakirin û ev demêke hikûmet kar dike, min ev erka han weke emanetek bo xizmet kirina xelkê wer girt daku xizmeta tevahiya xelkê Kurdistanê bikim bêyî cudatî, bi vê yekê dihesim ku jihev fêmkirineke gelek baş di navbera min û Cîgirê Serokwezîr Kak Qubad Talebanî û tevahiya wezîran de heye. Her ji roja  yekem min ji tevahiya wezîran re gotiye ku em hatine daku xizmeta xelkê bikin û hikûmet xudan bernameyeke hevbeşe ku ji aliyê tevahiya aliyên beşdar di hikûmetê de hatiye amadekirin û em bi hevre kar bo cîhbicîh kirina vê bernameya han didin û her çend nêzî hevbin û ji hev fêm bikin baştir dikarin vê bernameyê cîhbicîh bikin.

Hewldan bo nehêlana gendeliyê

Di nava bernameya hikûmetê de çend mijarên girîng hene ku kar li ser wan tê kirin û ez bawerim ev mijarên han bo qonaxa dahatû ya Kurdistanê girîngin, yek ji wan mijaran, reform û rûbirûbûna gendeliyê  ye, ku beriya niha hewl hatiye dayîn daku rûbirûyê gendeliyê bibin lê emê zêdetir û berfiretir kar li ser rûbirûbûna gendeliyê bikin. Me hewl daye ku kabîneya 9an hikûmeteke xizmetgozar be û zêdetir welatî di navanda xizmetgozariyan de bin.

Herwiha bernameye me ya bo baştir kirina têkiliyên li gel hikûmet Bexdayê jî heye ku demek bû aloz bûn, sedemên vê yekê jî diyarin û ne hewceye ez niha behsa wan bikim, lê hewleke cidî heye bo normal kirina têkiliyên heyî yên li gel Bexdayê li ser esasê destûra bingehîn.

Vekirin ber bi cîhanê ve

Her cure hewlek bo anîna hêlbirênerên biyanî û geşe pêdana prosesa hêlbirîna navxweyî û herwiha berfirtir kirina çavkaniyên dahatê hatiye dayîn, daku pişta xwe bi tenê bi petrol, gaz û enerjiyê girê nedin, lazime kertên din jî werin pêşdebirin weke çandiniyê, pîşesazî, torîzm, herwiha li gel ew pêngavên han jî lazime girîngî bi perwerde, hîn kirin û tendirostî jî were dayîn.

Parastina aramiya Kurdistanê yek ji wan mijarane ku di nava bernameya hikûmetê de behs jê hatiye kirin, herwiha mijara pêşkêşkirina xizmetgozarî û dîcîtalîze kirina karûbarên hikûmetê jî mijareke din ya girînge û kar li ser tê kirin daku welatî bi asanî bigehêjin xizmetgozariyan.

Di tevahiya sekteran de me kar li gel wezîran kiriye daku amar werin kom kirin li ser esasê wan amaran biryar were dayîn neku li ser zewqê biryar were dayîn, daku bizanîn ku niha di destpêka kabîneyê dene bizanin li kûderê ne û çi cure biryarek bidin.

Li gor zaniyariyên ku di destê me dene, me pêdiviyeke bilez bi hijmareke zêde debistanan heye, li gorî amaran me pêvidî bi 35 hezar polên xwendinê heye, daku rêjeya lazim û pêwîst ya Mamosteyan bo her polekê were dabînkirin, bêgoman her civakek ku bixwaze pêş bikeve, lazime girîngî bi perwerdehiyê bide her ji qonaxa seretayî heta zanîngehê.

Li hin deverên dûr debistan tunene, me bûdceya pêwîst dabîn kiriye û daxwaz ji kerta taybet kiriye daku li ser vê mijarê hevkariya hikûmetê bikin, jiber ew rewşa ne xwestî ku beriya çend salan çê bû û di encam de qirîza darayî hate holê, qerzeke mezin li ser hikûmetê çê bû, jiber şerê DIŞIê, kêm bûna buhayê petrolê û hatina hijmareke zêde ji penaber û koçberan bo Kurdistanê, bargiraniyeke gelek mezin li ser hikûmet çê bû, bi taybetî di warê abûrî  de, me biryar daye daku li gor karînan girîngiyeke zêde bi perwerdehiyê bidin û bo vê yekê jî me biryarên pêwîst dane.

Girîngî dan bi tendirostiyê

Di warê tendirostî de jî me giftûgo li ser vê yekê kiriye ku çawe dikarin kerta tendirostiyê pêşde bibin, netenê bo xelkê Kurdistanê belku bikarin di pêşerojê de ev kerta han bikin kerteke wisa ku bikaribin karînên xwe yên nûjdariyê pêşde bibin daku xelk li dereve bo derman kirinê were Kurdistanê.

Em dixwazin bi pereyên ku bo derman kirinê bo li derveya Kurdistanê tên xerckirin, teknolojiya pêwîst ya dermankirinê bînin Kurdistanê daku xelkeke zêde jê sûdmend bibe û di encam de asta çareseriyên tendirostî jî li Kurdistanê de vê bilindtir bibe.

Asankarî kirin bo hêlbirênerên navxweyî û biyanî

Bêgoman her welat û civakek ku bixwaze pêş bikeve, lazime xudan jêrxaneke baş ya abûrî be, mixabin li Kurdistanê de ev yek weke ku lazime nehatiye kirin di nava piraniya kertande kêmasî hene lazime werin çareserkirin.

Pergala abûriya Kurdistanê heta niha li ser esasê hawirde kirina tiştan li derve bûye, wate em xudan welatêkin ku tiştan ji derve hawirde dikin û me bo xwe nikariye berhemek bo xwe çê bikin û henardeya derve bikin(bişînin derve). Ev yek jî di warê siyasetê abûrî de ne di xizmeta Kurdistanê de bûye, ji bilî petrol û çend berhemên din yên diyarî kirî. Em dikarin bi rêya pêşkêşkirina asankariyên hêlbirênerên biyanî bînin Kurdistanê, bo vê yekê jî lazime hêlbirêner bi vê yekê bihese ku asankarî jê re hatiye kirin.

Zengîn kirina Kurdistanê bi anîna sermaye û dahatê ji derveya Kurdistanê bo nav Kurdistanê dibe û ev yek jî bi rêya anîna hêlbirênerên biyanî dibe, hevdem lazime hana hêlbirênerên navxweyî jî were dayîn daku sermaye û dahata xwe nebe bo derveya welat û bo vê yekê jî dîsan lazime asankarî were kirin, herwiha lazime hêlbirêner bo xwe biryar li ser proje nede, belku lazime hikûmet bizane pêdivî bi çi heye? Daxwaza xelkê çiye? Pişt re lazime li gor wan pêdiviyan, proje ji hêlbirêner re were dayîn, bi awayek ku proje li gor daxwazên xelkê bigonce,  bêgoman ev yek nayê vê wateyê ku hêlbirêner mafê xwe nîne proje diyar bike, beruvajî, hikûmet jî dikare li ser vê mijarê hevkar be.

Parastina jîngehê erkê her kes û aliyekê ye

Parastina jîngehê tenê ne erkê kompaniyekê ye, belku erkê tevahiya welatiyane, lazime xelk bizane ku Kurdistan mala me ya mezine, lazime takekes anjî welatî wisa hizir bike ku lazime weke mala xwe paqêjiya Kurdistanê jî biparêze, parastina jîngehê erkê tevahiya aliyane,  lazime kompaniyayên heyî jî vê yekê liber çav derbas bikin û him jî welatî, di vê warî de çi bikeve ser stuyê hikûmetê vê cîhbicîh bike.

Gendelî tenê ne darayiye

Me her di destpêkê de gotiye ku emê li dijî gendelîne, tevahiya hewlên xwe jî bo nehêştina ev çanda han bitevger kirine, li hemû cîhanê jî gendelî heye, lê li gor rêjeyê ye, nabe ku pirsa gendelî bi tenê di çarçoveya gendeliya darayî de were berteskkirin, mînak bi kar anîna xirab ya demê jî gendeliye, mînak dewama karmendan ku lazime di dema diyar kirî de û di xizmeta welatan de be, eger dem bo boşî were derbaskirin, vê demê ev yek jî cureyeke ji cureyên gendeliyê. Çend erk bo sînordar kirina gendeliyê dikivin ser stuyê hikûmetê jiber vê çendê me biryar daye daku dewam kirin( kar kirina karmendan) were serrastkirin û fermanber karên xwe bikin, mînak kesek ku ji bajar ya gundeke dûr ji Hewlêrê bo cîhbicîh kirina karekî serdana Hewlêrê dike lazime çend roj, hefte anjî demeke dirêj li pey cîhbicîhkirina kar xwe be û pereyeke zêde jî bo hatûçûyê xerc bike, lê karê vî jî nayê cîhbicîhkirin, bi rastî ev jî cureyeke ji gendeliyê.

Her kesek ku fermanber anjî karmendê hikûmetê ye, xizmetkarê xelkê ye, bo xizmet kirinê hatiye danîn, lazime memnûn be ku welatî jê razîne, ev yek siyaseta meye û em li ser dimeşin û kêfxweşim ku xelk razî û dilxweşe bi ji nûve rêkxistina dewamê(demê kar kirinê).

Pêşî girtin ji sedem û rêyên ku gendelî asan kirine, çareser kirina nîveya gendeliyê ye, me ev yek jî kiriye, nîveya din yaku dimîne bi wenêrîn bo cîh û mijara gendeliyê, ku bi her awayî gendelî hatiye kirin,  ev yek jî bi gotin û îdîayên şexsî nabe, lazime belgeyên îsbatkirî li ser gendelî hebin.

Me hewl daye daku reformên îdarî û darayî bikin ku rê xweş dike bo nehêştina gendeliyê anjî bertesik kirina sînorên gendeliyê, bo vê yekê psporên biyanî hevkariya me dikin û hewl didin ku bi awayekî baş pirsa gendeliyê kontrol bikin.

Ti kesek ne li serveya qanûn û zagonan deye

Ev zagonên ku li Îraqê tên pejrandin hinek ji wan seraserî ne û li gor destûrê jî bandora wan li ser herêma Kurdistanê dibe, lê eger em li Kurdistanê destûra xwe heba vê demê zagonên me bo xwe li ser zagonên Îraqî zal dibûn.

Zagonên ku tên pejrandin bi giştî başin, lê kêşe di cîhbicîh kirina wan deye, jiber ku zagonên heyî weke pêwîst nayên cîhbicîhkirin, kêşe ev kesên ku berpirsên bo cîhbicîhkirina zagonan, bêgoman eger keşeyek di nava xal  ya madeyekê zagonî de hebe û bibe asteng li berdem xelk vê demê lazime were serrastkirin.

Kesê ku gendeliyê dike ne xelkê feqîr û hejare, eger ev xelkê han gendelî jî bikin vê tenê nafermaniyeke sadeye ku ti bandoreke xwe ya girîng tuneye, lê eger berpirsek ku erkê vî cîhbicîh kirina qanûnê be gendelî bike, vê demê ev bandoreke mezin û metirsîdar dike ser aliyên din, em ti kesekî li serveya qanûnan nabînîn, bo karûbarên taybet bi qanûnan jî me wezîrek taybetî diyar kiriye bo vê yekê û karûbarên navbera hikûmet û parlementoyê.

Reform li bacê

Em dixwazên pişta xwe tenê nedin yek çavkaniya dahatê û girîngî bi tevahiya kertên din jî bidin, bo mijara bacê , lazime were gotin ku kompaniyên mezin û biçûk li Kurdistanê de hene, neçarin bacê bidin hikûmetê, ev yek jî pîwereke navnetewiye, herwiha bac rêya berpirsiyariya welatiye li hember welatê xwe, eger welatî bacê bide vê demê dikare zextan li hikûmetê bike, eger welatî bac nede û ti berpirsiyariyeke xwe cîhbicîh neke vê demê nikare zextan li hikûmetê jî bike.

Hikûmet naxwaze bac li ser xelkê hejar û feqîr giran bike, lê lazime kompaniyên mezin pergala baca xwe ji nûve li berçavan re derbas bikin, hewlên cidî li ser vê mijarê didin û vê di demeke nêz de encam eşkere bin.

Şefafiyet û rûtîn

Rûtîn yek ji wan kêşeyane ku zirarê mezin dide xelkê, me hewl bo nehêştina rûtînê daye û berdewam dibin li ser hewlên xwe, mînak eger îmzeyek 10 heta 12 roj jê re lazim be, bi rastî ev yek rûtîneke gelek zore, bernameyeke me cidî û girîng heye daku girîngî bi dîcîtalîzekirina karûbarên hikûmetê bidin, bo mînak, prosesên heyî werin kurtkirin, daku welatî bikaribe di kêmtirîn dem de karûbarên xwe cîhbicîh bike.

Eger xelk karûbarên xwe û çawetiya cîhbicîh kirina karûbarên xwe bizanibe, vê demê dikare bêyî rûtîn karê xwe cîhbicîh bike,  lê eger karê xwe nizanî, vê demê serî li cîhên din dide, ev karên han pêdiviya xwe bi hewldanên cidî hene, bo reforman ku proseseke berdewame, ti carî nikarin bijên ku gehêştine encam, anjî nikarin bêjin gehêştine dawî, jiber ku prosesa reforman proseseke berdewame, me hewl daye daku li tevahiya dezgehên hikûmetê rûtînê kêm bikin, me li gel wezîran jî giftûgo kiriye daku çawe bigehêjîn bi vê armancê.

Têkiliyên hikûmet û partiyan

em nikarin rola partiyan înkar bikin, jiber ku endamên wan partiyanin ku di hilbijartinan de bi dengên xwe biryar didin ku kîj alî bibe desthilat, piştî hilbijartinan jî aliyên serkeftî bandorê li ser amade kirina bernameya hikûmetê dikin, bi taybetî eger hikûmet hikûmeteke hevpeymanî be, aliyên beşdar dikarin bernameyên xwe yên hevbeş pêşkêş bikin, weke kabîneya niha ya herêma Kurdistanê.

Dema partiyek beşdariya hilbijartinan dike û bernameya xwe belav dike, bernameya xwe di nava hikûmetê de jî amade dike, wate erkê hikûmetê cîhbicîh kirina bernameya aliyên serkeftiye, ev nunerên ku ji aliyê partiyan ve jî tên diyarkirin lazime cêyê baweriya wan partiyan bin, herwiha lazime bernameya xwe bidin destê nunerên xwe di nava hikûmetê de, pişt re mimkune berpirsekî partiyek anjî aliyekê ku di her astê de hebe xudan pêşniyareke baştir be, lazime pêşniyara xwe pêşkêşî hikûmetê bike, bêgoman hikûmet tenê ne yê aliyên siyasiye, raste aliyên serkeftî hikûmet ava kirine, lê xelkek jî heye ku beşdariya hilbijartinan nekiriye, hikûmet li hember jiyana wan jî berpirsiyare ku ne alîgirên ti aliyekê ne.

Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê xudan çarçoveyeke berfirene, piştî ava kirina kabîneya 9an, li gel Cîgirê Serokwezî rû çend wezîrên din, me serdana Bexdayê kir û niyazpaqêjiya xwe û çend pêşniyar jî me pêşkêşî Bexdayê kir.

Du tişt bûne kêşe,  deverên Kurdistanî û ewlekariya wan deveran û babeta petrol, gaz û bûdceyê. Di demên derbasbûyî de hinek hewldan li ser hin mijaran hebûne, encamên baş jî hatine bidestxistin, weke rewşe ewlekarî, me bi hevre li dijî DIŞIê hemahengî kir û encamên baş jî hatin bidestxistin, ev yek jî eşkere bûye ku eger Bexda aram be Kurdistan jî arame û eger Kurdistan aram be Bexda jî arame.

Koma terorîstî ya DIŞIê karî fêde ji boşatiya ewlekarî werbigire ji sînorê Sûriye heta Diyala, her her derê bi vê heyê dihesin ku komên curbicur yên ser bi DIŞIê dîsa dest bi serhildanê kirine û bûne metirsî li ser Bexda û herêmê, her çend herêm karîye bi awayekî baş ewlekariya xwe biparêze, liwir spasiya hêzên ewlekarî û polîs û pêşmerge dikin ku karîne erkên xwe bi başî cîhbicîh bikin.

Di warê ewlekarî de me pêşniyar kiriye ku vegerîn ser ev prosesa ku beriya sala 2014an hebû, bo ava kirina navendeke hevkarî û hemahengî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bi taybetî li deverên veqetandî, em dikarin li gor madeya 140 çareserek bo naveçeyên veqetandî jî çê bikin, mixabin hinek kêşe derketine ku di vê çarçoveyê de bûne asteng. Jiber vê yekê pêdiviya me bo çareseriyê bi demê heye. Lê ev ne bi vê wateyê ye ku ev mijar hatine jibîrkirin.

Pirsa petrol, gaz û bûdceyê

Piştî sala 2014an herêma Kurdistanê neçar ma dest bi şandin û firotina petrola xwe bike, sedema vê yekê jî qut kirina bûdceya herêmê bû ji aliyê hikûmeta fedralî ve, bi awayekî sîstematîkî kar bo dûr xistin û derxistina herêmê ji Bexdayê hat kirin û hewl bo nehêştina şeraketa rastîn li Bexdayê hat dayîn, êrîşên DIŞIê ku dirêjahiya sengerên me 1100km bû, hatina zêdetir ji 2 miliyon koçber û aware ku bû sedema zêdebûna sedî 30 hijmara şêniyên Kurdistanê, kêm bûna buhayê petrolê, bûne sedem ku herêma Kurdistanê dest bi firotina petrola xwe bo dabîn kirina çavkaniya dahatê bike. Lazim bû di wan deman de rêyek bo dabîn kirina mûçeyê hebe daku xizmetgozarî pêşkêşî xlekê were kirin, pişt re hilbijartin hate kirin, hikûmeteke nû li Îraqê hat avakirin, niha em rastî pêşhatên nû bûne.

Ez dixwazim liwir babeteke girîng eşkere bikim, Îraq rojane 4.5 miliyon bermîl petrol berhem dihîne, lê tênê sê miliyon difiroşe, 1.5 bermîl petrol xistiye aliyek bo bikar anîn bo karûbarên navxweyî, ku ev jî dike ji sedî 22ê bûdceya amadekirî ya Îraqê ku pişt re jî dîsa tê dabeşkirin û ji sedî 78ê dahata petrola Îraqê ti parek bo Kurdistanê nehatiye diyarkirin ji petrolê bo karûbarên navxweyî, jiber eger li gor rêjeya ji sedî 17 para Kurdistanê be lazime rojane 170 hezar bermîl petrol bo bikar anîna navxweyî ya Kurdistanê jî were dabînkirin, mînak petrola spî ku di demsala zistanê de pêdiviya me pê heye, anî dabîn kirina sûtemenî li ser navendên berhem anîna elektirîkê, lê mixabin tiştek bo hikûmeta Kurdistanê nehatiye dabînkirin.

Ji sedî 78ê bûdceya Îraqê zêdetir ji sedî 45 bo bûdceyên serekî hatiye dabînkirin lazim bû para Kurdistanê jî têde hebe, jiber ku ji para Kurdistanê jî tê qutkirin, lê bo dabîn kirina bûdceya Kurdistanê ji beşê xerciyên serekî tiştek bo Kurdistanê nayê şandin tenê sedî 55 tê şandin ku beriya niha li ser rêkeftin hatiyekirin, dema ku para Kurdistanê ji sedî 17 bû, lê bi biryarek ev para han bo sedî 12.6 hatiye kêmkirin. Wate para Kurdistanê ku ji desî 12.6 e ji sedî 55 ê tê ku di bingehê de sedî 78e, bi giştî para Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Îraqê tenê sedî 5 e.

Piştî wan têştan jî dibêjin ku Kurdistan petrolê radestî Bexdayê nake, ev gotina han ne raste, jiber ku petrola ji aliyê Kurdistanê ve tê firotin nîva vê bo destheqê kompaniyane, ku li Îraqê de ev destheq li ser xerciyên serekî tê dabînkirin û ji para Kurdistanê jî tê kêmkirin, lê li Kurdistanê de lazime em ji bûdceya xwe pareyên kompaniyan bidin, wate pereyên ku  ji Bexdayê tên şandin gelek kême û nêzî 300 ta 320 miliyon dolare.

Em amadene ku ev 250 hezar bermîl petrol radest bikin û ev bo xwe bifiroşin û hinek jê jî bo bikar anîna navxweyî bixin aliyekê, lê lazime Bexda jî sedî 17ê bûdceya Kurdistanê bê kêmasî bişîne, vê demê ti kêşeyek çê nabe, lê lazime hikûmeta Kurdistanê bizane ev petrol  çawe û bi çend tê firotin, weke çawe Bexda dixwaze bizane ku em çawe û bi kîjan rêyê difiroşin, ev yek jî mafê me ye.

Berpirsiyartiya me parastina mafên xelkê Kurdistanê ye, lazime bûdceya herêmê ji aliyê Bexdayê ve were dabînkirin, nabe her tiştek ku hebe bibin û tiştek jî bo me venegerînin, liwir de lazime bêjim ku li gel Serokwezîrê Îraqê û tîma vî, jihev fêmkirineke baş heye.

Ji deynên derekî para Kurdistanê nehatiye dayîn

Hikûmeta Îraqê 62 miliyar dolar deyndare, lazim bû beşek ji vê pereyên han ku dike 9 miliyar dolar bo Kurdistanê be, mixabin ev pere nehatiye şandin bo Kurdistanê ev di demekê deye ku bo vegerandina wan deynan Kurdistan jî beşdare, ji para Kurdistanê deynin Îraqê tên dayîn, ev di demekê deye ku Kurdistan ji wan deynan ti fêdeyek nedîtiye, herwiha petrola Kerkûkê ku di nava axa Kurdistanê de diçe û Kurdistan xerciyên vê dide û Bexda na amadeye ku xerciyên veguhastinê jî bide.

Rewşa niha ya Îraqê gelek me dilgiran kir

Lazim bû dever ku hêlbirênerê petrolê ye, ji her bermîlek petrolê dolarek berkeve, lê ji vê pareyê jî ti hesabek bo Kurdistanê nehatiye kirin. Bo çareser kirina wan kêşeyan jî giftûgoyên baş hatine kirin, lê rewşa niha ya Îraqê me gelek dilgiran kir, jiber ku bandora vê rewşa han li ser deverê dibe, ji aliyekê ve em piştgîriya daxwazên reva yên xelkê dikin ku bi awayekî aştiyane tênde diyarkirin, ji aliyeke din ve lazime ev yek jî were zanîn ku kêşeyên Îraqê ne jiber Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ne, belku berhemên komkirî yên hikûmetên berê ne, jiber vê yek ne raste ku berpirsiyartiya vê rewşê bi giştî bixin stuya Adil Ebdulmehdî.