120 sal ceza bo welatiyekî Kurd hate dayîn

zextên li dijî Kurdan berdewamin

Li gor navenda hengav ya bo mafên mirovan, dadgeha Îranê cezayê 120 sal girtîgehê bo welatiyekî Kurd xelkê bajarê Kamiyaranê der kiriye.

Li gor çavkaniyê ew welatiyê Kurd yê ku navê vî Heyder Qurbaniye û bi hinceta çalakiyên siyasî û beşdarî kirin di çalakiyên kuştina çend endamên spaha pasdaran ya Îranê de hatiye tawanbarkirin, ji aliyê dadgehê ve bi 120 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.