Heşda şebî: Em beşdarî di xwepîşandanan de nakin

dibêje emê beşdarî di xwepîşandanê de nekin

Piştî belav bûna gote gotan li dor organîzekirina xwepîşandanên grseyî yên li Bexdayê di roja 25ê mehê de, heşda şebî daxuyaniyek belav kir ku ev bi ti awayî beşdarî di xwepîşandanan de nakin.

Beriya niha hatibû belav kirin ku heşda şebî daxwaz ji endam û alîgirên xwe kiriye daku li gel aliyên din roja înê beşdarî di xwepîşandanên dijî hikûmetê de bikin, lêbelê îro heşda şebî belav kir ku ev bi ti awayî daxwaz ji endam û alîgirên xwe nekiriye ku beşdarî di xwepîşandanan de bikin.