Sê Serok Şaredarên HDPê hatin binçav kirin

beriya niha ji kar hatibûn avêtin

Di çarçoveya zextên hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan de, îro danê sibê sê Serok Şaredarên Amedê yên ku beriya niha ji kar hatibûn avêtin û di şûna wan de qeyûm hatibû diyarkirin, di nava malên xwe de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ve hatin binçavkirin.

Li gor jêderan îro danê sibê her yek ji Selcûq Mizraqlî, Kezban Yilmaz û Orhan Ayaz di nava malên xwe de li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine girtin.